“
Carekê mirovekî belengaz hebû, xwarina wî her tim ji kîsî çak û qencan bû. Rojekê ji rojan mirovekî bi xêra bavê xwe hêkek da wî. Wî jî hêka xwe nexwar, li ber dîwarekî rawestiya, ji xwe re ket nav xeyalên kûr û di dilê xwe de wiha digot; Ez vê hêkê naxwim, ez ê bibim bidim bin mirîşka cîranê me ya kurk, hêka min wê piştî bîst rojan bibe çîçik. Got: Ew çîçîk wê mezin bibe, bibe mirîşk. Mirîşka min wê gelek hêkan bike, ez ê hêkên wê bidim hev, dema kurk bibe ez ê wan hêkan bixim bin. Mirîşka min ê ji min re gelek çîçikan derxe. Paşê çîçikên min ê mezin bibin, ew jî ê bibin mirîşk. Her ku nifşek mezin bû, ez ê dikên wan bifiroşim ji xwe re pê pez bikirim. Digot; pezê min ê zêde bibe, her nifşekî ez ê berx kavirên wan bifiroşim, ji xwe re zeviyan bikirim, ce, genim, nok û nîskan biçînim. Ez ê pê gelek dewlemend bibim û ji xwe re qesrekê avakim û bibim axayê êlekê. Piştî ku ez bibim axa ez ê keça axayê eşîra jorîn ji xwe re bînim, kurekî min ê ji wê bibe, ez ê pê şa bibim û bibêjim; Elo, Elo were milê bavê xwe...
Zilam dema ku herdu destên xwe ji bo Elo dirêj kirin, hêka wî ji destê wî kete erdê û şikest.
”
”