“
Ne mîne li hîvya çi kesa da bhên o te dil xush biken o jîyana te bashte biken.. Shertanê li ser çi kesan neke ko dê hên o te rizgar ken. Tu xodanê peyva dest pêkê o pêngava dest pêkê be, o destê xo bgre harîkarîya xo bike o bizane xodê harî wî kesî diket yê harî xo diket.
Eger te ew kes ne dît te dil xush biket, tu bxo xo dil xush bike.
Eger te ew kes ne dît bu te shemalkekê helket, li êkê dî ne gerhe shemalkên te bi vemrînît.
Neçe bîyabanê o li gûlên ciwan bi gerhe, tu hîç tshtekî li bîyabanê nabînî ji blî strî o dehlîya.
Tu bitnê dishêy wê jîyanê bu xo avakey ya di hzr û xeyalên te da. Kes na hêt o xewnêt te o hez o hîvîyên te bikete rastî, evca ji xew rabe o kar bike bu hîvîyên xo.
Serê xo bilind ke o eger tarî bi ser te da hat li rûnahîyê bi gerhe o bizane heyv ya li hîvya te.
Çi dergeha li xo ne gre , çûnkî de her rojek hêt pêdvî wî dergehî bî. Torre ne be demê kesek axftneka ne ciwan di bêjît te o bizane ew kesatîya xo pênase diket ne ya te.
Bawerîyê bi xo o bê hîvî nebe, beref xewnên xo ve here . Çi car rêka xo ne ber de, eger rêk çenda dirêj bît, xo dana çîya bît, xo bihêz bike o geshbîn be.
Ya çoy ji bîr ke, o bizane di gel helatna rojeka nî, delîvên nî dihên o pshtî zvstana dijwar dê bûhar hêt o gûl dê vebn.
Ev gerdûne xodê yê bu te çêkrî, supasîya wî bike ko tu day saxlem. Di gel xodê be o dê ew te parêzît o xewnên te di gel wî de bine rastî.
”
”